Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Kurden Azırbecane

 A. B. Bukşpan

Pirtûkeke balkêş û belgeyeke dîrokî. Ev pirtûk ji nûsafa lijneya lêkolînê ya ku di sala 1931'an de hatiye peywirdarkirin, pêk tê. A. Bukşpan bi xwe serokê vê komîsyonê bûye. Nûsaf piştî ku hatiye temamkirin di sala 1932'yan de wek pirtûk hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê di pêşgotina xwe de der heqê pêvajoya xebata lijneyê de agahî daye. Yek ji endamên lijneyê jî Îsahak Morogûlov e ku kesên têkildarî xebatên zimanê kurdî wî û keda wî baş nas dikin. Profesor Şekroyê Xudo jî ji bo vê pirtûkê pêşgotinek nivîsîye. Di vê pêşgotinê de jî tiştên ku di pirtûkê de nehatine gotin û pêvajoya piştî çapkirina pirtûkê hatine vegotin ku ev jî pirtûkê ji alîyekî din ve temam dike û dike ku xwîner pirtûkê û xebata ku jê re bûye bingeh baştir têbigihîjeDer heqê Kurdên Kafkasyayê de gelek lêkolîn hatine kirin, tên kirin û gelek agahî jî hîna nû dertên holê. Bêguman rewşa kurdên Kafkasyayê li her welatî (komarên berê) cuda ye. Der heqê hinekan de gelek agahî hene û der heqê hinekan de jî zêdetir gotegot. Ev berhem ne li gor gotegotan lê rasterast li ser bingeha çavdêrî û xebateke qadê ya şênber hatiye amadekirin. Ev yek jî girîngîya berhemê zêde dike.Di pirtûkê de rewşa Kurdên Azirbêcanê ji gelek alîyan ve hatiye nirxandin û agahî hatine dayîn. Kurdên Azirbêcanê kî ne, ji ku hatine, li ku dimînin, bi çi karî re mijûl dibin, têkilîyên wan ên bi derdora wan re û gelek agahîyên din hûn ê di vê pirtûkê de bibînin. Em bawer in dê bi xwendina vê pirtûkê wêneyekî nû yê Kurdên azirbêcanê û Kurdên Kafkasyayê di hişê we de pêk bê.Alîyekî vê pirtûkê yê balkêş jî ew e ku tenê qala kurdan nake, di heman demê de der barê nêrîn û polîtîkayên Sovyetê yên giştî û yên komaran de jî agahîyan dide. Mirov bi hêsanî dikare nêrîn û nêzîkahîyên wan ên li bûyerên serdemê jî fam bike. Pirtûk bi rûpelên xwe hindik e lê kêmasîyeke girîng ji holê radike û valahîyekê dadigire.

Fiyat:320 256

Tedarik süresi 3-4 gün

872tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  0

barkod:   9786058140820

Tür :

Yayın evi:    Lis Basın Yayın

Bezner Kitaplar

Osmanlı Belgelerinde Dersim ve Civarı

192

İncele

Rastıya Me

152

İncele

Kürt Tarihi ve Coğrafyası -1 Rojava

800

İncele

Ferike Usiv Suretsufe

797

İncele

Ekrem Cemil Paşa Bir Kürt Milliyetcisinin Portresi

424

İncele

Üm Şark Yıldızı Arap Müziğinin Divası

224

İncele

Bir Antoloji:Kürdistani Yahudilerin Halk Edebiyatı

128

İncele

Zilan Dosyası Seti

1920

İncele

Kürd Êliyan Aşireti

80

İncele

Osmanlı - Kürt Bedirxani Aile Tarihinin İmparatorluk ve İmparatorluk Sonrası Bağlamlarındaki Anlatıl

1040

İncele

Folklor ü Teoriyen Folklore Yen İroyin

240

İncele

Zazakî Û Zazayî - Rêzexebatê Akademîkî

560

İncele

ETÎMOLOJIYA AZADIYÊ GOTINA AZAD -I

320

İncele

Pira Navbera Axreşke u Şexan

272

İncele

Kürtlerin Kökeni / Proto Kürtler ve Mitanniler

320

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar