Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Kurdistana Nu

 M. S. Lazarev

Xebatên ku mirov dikare wek kurdolojîyê bi nav bike yan jî bixe nav çarçoveya kurdolojîyê li çend welat û navendên cuda dest pê kirine. Yek ji van welatan jî Rûsya ye lê ne bi tenê Rûsya welatên ku dikevin hînterlanda wê jî. Berhemên ku ji alîyê vê ekol an jî kevneşopîyê ve hatine afirandin heta niha kêm li kurdî hatine wergerandin. Ev berhem jî yek ji wan xebatan e û va ye li kurdî hatiye wergerandin û digihîje ber destên we. Pirtûk ji alîyê komek pispor (M. S. Lazarev, Y. Î. Vasîlyeva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna, Şekroyê Xudo Mihoyî) ve hatiye nivîsandin ku ji alîyê raya kurdî ve tên naskirin û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Li Moskowê û endamê Akademîya Zanyarî ya Ermenistanê Şekiroyê Xudoyê Miho ji bo çapê amade kiriye. Ji sê beşan û heşt binbeşan pêk tê. Her çiqas navê Kurdistana Nû li pirtûkê hatibe kirin jî mirov dikare bibêje dîroka kurdan a piştî Îslamîyetê ye. Ev pêvajoya ku serdemeke nêzî hezar û pênsed salan digire nav xwe qonax bi qonax hatiye ve gotin. Ji ber ku serdemeke têra xwe dirêj e gelek bûyer û qewimîn tê de hene. Her beşek ji alîyê kesekî/ê ve hatiye nivîsandin.Ji bo amadekirina pirtûkê ji gelek çavkanîyan sûd hatiye wergirtin, di beşa pêşîn de qala wan çavkanîyan û taybetîyên wan tê kirin û ew çavkanî di dawîya pirtûkê de li gor beşan hatine dayîn. Dîsa di dawîya pirtûkê de kronolojîyeke kû ji 637'an dest pê dike û bi 1999'an bi dawî dibe hatiye bicihkirin.Di pêşgotinê de ji bo vê berhemê wiha tê gotin: Xwedanên vê pirtûkê pirsdanînên mezintir û giranbuha datînin pêşîya xwe. Wana hewl dane îzbatîyên sereke, ku der heqê dîroka gelê Kurd a pirsedsalan de ne, li ber xwendevanan raxin. Ji bo pêkanîna wê armancê wan bi piranî xwe li serketinên di Kurdzanîya Rûsyayê û Yekîtîya Sovyetan de heyî girtine, ku hetanî van demên dawîn jî di Kurdzanîya cîhanê de pêşengî dikirin. Bêguman, ew berhem jî hatine xebitandin, ku ilmdarên welatên dereke der heqê Kurdan de nivîsîne. Pirtûk ji alîyê Têmûrê Xelîl ve ji Rûsî bo Kurdî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Lîsê jî pêşkêşî dîn û bala we dike. Şik û guman tê tune ku dê ji bo xebatên kurdî çavkanîyeke kêrhatî be. Bixwînin û bi xwe biryarê bidin ku kurd sêwîyên dîrokê ne yan na.

Fiyat:16 13

Tedarik süresi 3-4 gün

760tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  366

barkod:   9786058140899

Tür :

Yayın evi:   Aram Yayınları

Bezner Kitaplar

Edebiyata Kurdi ya Geleri

13

İncele

Qısseyen Pexemberan

8

İncele

Yekîtiya Ewropayê

3

İncele

Doğu-Batı Yakınlaşmaları; Avrupa'nın İslam Dünyasıyla Karşılaşması

10

İncele

Serpehatiyen Penabertiye

5

İncele

Ekrem Cemil Paşa Bir Kürt Milliyetcisinin Portresi

11

İncele

Kurd u Kurdistan

15

İncele

TEYRE BAZ

13

İncele

Irakta Soykırım

21

İncele

Mustafa Kemal'e Mektuplar

9

İncele

Li Kuçeya Thomas-Mann Peyama Kurd

9

İncele

Selahaddin ve Kürtler

9

İncele

Zazalar Tarihi - Geçmişten Günümüze

7

İncele

KENDEKOL KATLİAMI: Çok Geniş Ölçekli ve Sistematik Gaddarlıklar

3

İncele

Şeva Yelda - Şev Çile

5

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar